Leyla Zana û Erdogan dê bicivin

Ajans-KDP.info- Serokomarê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan bersivek erênî daye daxwaza Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana û qebûl kiriye, ku bi wê re hevdîtinê bike.
Medyayên Tirkiyê îro belav kirine, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê di çend rojên pêş de hevdîtinekê bi Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re pêk bîne.
Li gor zanyariyên di medyayên Tirkiyê, ew hevdîtin li ser daxwaza Leyla Zana ye û Erdogan jî bersivek erênî daye daxwaza wê û dê di çend rojên dahatî de ew hevdîtin pêk were.
Erdogan di daxuyaniyekê de li ser nûçeyên derbarê daxwaza hevdîtinê ya Leyla Zana de got: “Belê, Leyla Zana daxwazeke hevdîtinê hebûye. Me qebûl kiriye û dibe ku em bicivin.”
Leyla Zana berî destpêkirina “Pêvajoya Çareseriyê”, di sala 2012ê de gotibû: Yê ku wê pirsgirêkê (pirsgirêka kurd) çareser bike, Erdogan e û her hingê jî daxwaza hevdîtinê ji Erdogan kiribû û piştre bi wî re civiyabû.




