26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Sûra Amedê teqîn: 9 polîs birîndar bûn

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Li navçeya Sûrê ya Amedê teqînek çê bû û di encamê de 9 polîsên tirk birîndar bûn.

Êvariya îro li navçeya Sûr a girêdayî parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê teqînek qewimî.

Teqîn êvariya îro saet 18:00 li gor dema Hewlêrê (saet17:00 li gor dema Amedê) di encama bombeyeke vedayî de derketiye.

Hat ragihandin, hêzên polîs ên tirk dema ku dixwastin bombeya ku li kolana Sileman Nazif a taxa Dabanoglu ya Sûrê hatibû danîn, pûç bikin, bombe bi wan ve teqiyaye.

Di encama teqînê de 9 polîsên tirk birîndar bûn ku tê gotin, birîna 3 ji wan giran e.

Nûçeyên têkildar