26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Seyidsadiq fitnegêran navçeya PDKê şewitandin

Çavkanî: KDP.info

Seyidsadiq-KDP.info- Berpirsê Navçeya PDKê li navçeya Seyidsadiq ragihand ku, piştî wergirtina navenda PDKê ji 5 rojan de, îro dîsa fitnegêran xwepêşandan kirin û êrişî navçeya PDKê kirin û ew navend şewitandin.

Hakim Faruf Mihemed Seîd Berpirsê Navçeya PDKê li navçeya Seyidsadiq ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 10ê sibehê li pêşiya navçeya Seyidsadiq xwepêşandan dest pê kir û armanc jî ew bû ku rê li pêşiya otomobîl û tanker û kamyon bigirin, lê dîsa berê xwepêşandanan hat guhertin bo navenda PDKê û bi siloganan êrişî navenda PDKê kirin û şewitandin, tevî ku ew 5 roj in ku me navçeya xwe wergirtiye û tenê 2 pasewan li wir pûn û ti kadroyekî PDKê û endamekî me li wir tune ne.”

Hakim Faruq wiha got: “Xwepêşanderan 2 caran êrişî navenda me kirin, lê xwepêşandanekê din dirust bû lewma hêzên ewlehiyê çûn cem wan û fitnegîran ew yek wek derfet dîtin û êrişî navçeyê kirin û çend odeyên navenda me şewitandin.”

Faruq wiha domand: “Guman me tune ye ku destek li pişt van êrişan û karên fitnegîran heyem ji ber ku di serî de xwepêşandan li dûr bû û piştre di ser 8 navendan re hatin û berê xwe dan navenda me. Çend kevir avêtin navendên Komel û Yekgirtû, ku bi enqêst bûn, lê armanca wan a sereke navenda PDKê bû.”

Nûçeyên têkildar