26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Efrîn.. Asayişa PYDê rêgiriyê li komkirina îmzeyên ENKSê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDKS) ragehand ku hêzêza Asayişa Efrînê hejmarek ji endam û alîkarên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi sedema kampaniya 1 milyon îmze ku ENKSê dixwaze wan kombike jibo radestî Emîndarê Gişyî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurdî li Sûriyê.

Serkirdeyê PDKSê ji Efrînê Ebdulrehman Apo ragehandiye: “Asayişa Efrînê ya ser bi PYDê ve hevalê me Hisên Elî ji gundê Hesn û Nezîr Bakîr ji gundê Qeda, piştî ku asayişê girte ser malên wan.”

Apo got: “Asayişa Efrînê rêgirî li komîtên kampaniya komkirina îmzeyan kirine û gelek kiryarên ne berpirsiyarane kirine ku nakevin berjewendiya gelê Kurd e.”

Ebdulrehman apo herwiha got: “Îro 20 Çile hêzên Asayişê, Endamê Komîta Navçeya çiyayê Leylûnê serbest berdan piştî ku ew bi maweyê 3 mehan girtî û bê dadgeh hiştibûn.”

Nûçeyên têkildar