26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîra Îsraîlî: Êdî dema dewleta kurdî hatiye..Kurd miletekî esîl û aştîxwaz in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîra Dadê ya Îsraîl, Aylêt Şakîd diyar kir ku dema wê hatiye kurd wek mezintirîn gelê bê dewlet, serxwebûna xwe ragihînin û bibin xwedan dewlet.

Wezîra Dadê ya Îsraîl, Aylêt Şakîd, di konferansa asayişa Îsraîlê de, ku duh li paytext Til Avîvê hat lidarxistin, axivî û behsa serxwebûna Kurdistanê û dewleta kurdî kir.

Aylêt Şakîd, diyar kir ku kurd, dost û şirîkê Îsraîl in û dema wê hatiye bibin xwedan dewlet. Şakîd wiha domand: “Em bi hemû hêza xwe piştgiriya damezirandina dewleta kurdî li Rojhilata Navîn dikin. Bi baweriya me, dewleta kurdî bi sûda Îsraîlê ye û bi vê yekê dijminên me dê lawaz bibin.”

Wê wezîra cihû her wiha anî ziman ku berjewendiyên Îsraîl û Kurdan, hevbeş in û her du jî li dijî hebûna komên radîkal û cîhadî li Rojhilata Navîn in.

Li gorî wê rayedara Îsraîlî, kurd mafên mirov baş diparêzin û qîmeta jinan dizanin, her wiha kurd miletekî esîl û aştîxwaz ê Rojhilata Navîn in û di dîroka xwe de êrişî ti welatekî nekirine.

Wê endama kabîneya Serokwezîr Binyamîn Netanyahu, bang li hikûmeta Îsraîlê kir, pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike û di tevahiya waran de alîkariya Hewlêrê bike. 

Nûçeyên têkildar