Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya tekez li ser hevahengiya Pêşmerge û hevpeymanan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez jî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê kirin.
Roja çarşem 20.01.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bakêr Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li parêzgehên Enbar, Nînowa û parêzgehên dinê Iraqê û amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê kirin.
Her li vê kombûnê da di derbarê qeyrana aborî û rêgeyên rûbirûbûna vê qeyranê û her wiha kêşe û qeyranên siyasî û tayîfiyên Iraqê û aştiya nîştîmanî de danustandina bîr û ramanan kirin




