Almanya: Tirkiye li Bakurê Kurdistanê yasaya navnetewî binpê dike

Ajans-KDP.info- Ji ber bûyerên li Bakurê Kurdistanê, Cîgira Serokê Parlementoya Almanyayê Claudia Roth daxwaza helwestnîşandanê ji hikûmeta Almanyayê dike. Roth dibêje nabe ku hewla kêmkirina pêla koçberiya ber bi Ewropayê ve bibe pîvana hemû danûstandinên ligel Tirkiyê.
Ji ber êrişên dijwar yên artêşa Tirkiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê, Claudia Rotha endama Partiya Keskan (DIE GRÜNEN) daxwaza helwestnîşandaneke tund ji hikûmeta Almanyayê û NATOyê dike.
Claudia Rotha ji ajansa nûçeyan ya almanî DPA re got: “Eger siyaseta navxwe bibe pîvana danûstandina ligel Tirkiyê, wê demê dê awira ji bo mafên mirovan bi temamî winda bibe.“
Rotha ku bal kişand ser yekemîn “Civînên Hikûmetî“ yên di navbera Tirkiyê û Almanyayê de, ku wê roja înê li Berlînê pêk werin, wiha berdewam kir:
“Nabe bi sedema ku di pêşîlêgirtina pêla koçberan de pêwîstiya me bi Tirkiyê heye, em çavên xwe ji şerê navxweyî yê li Tirkiyê re bigirin. Divê qedexeya derketinê ya li bajarên herêmê rabe, şîdeta ji herdu aliyan ve divê raweste, PKK jî divê dawî li tundiyê bîne. Siyaseta serokkomar Erdogan, Tirkiyê parçe dike, lê bandora wê li welatê me jî heye, dema ku bibe sedema pevçûnên di navbera Tirk û Kurdên li Almanyayê.“
Rotha ku siyasetmedareke naskirî ya Almanyayê ye û demek dirêj seroka Partiya Keskan bû û weke dosteke kurdan tê naskirin û êrişên li Bakurê Kurdistanê weke binpêkirina “yasaya navnetewî“ bi nav kir, bangî NATOyê jî kir ku bêdeng nemîne: “Hevkariya leşkerî ya di çarçoveya NATOyê de divê bikevê rojevê.“




