26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Dem guncaw e bo referandûmê”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, niha demekî guncaw e bo lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji ber ku li ser asta navdewletî û herêmî jî heta radeyekê mezin zemîna baş e û ewê bi referandûmê razî bibin.

Çavdêrê siyasî Zîrek Kemal ji malpera KDP.info re ragihand: “Bo referandûma serxwebûna Kurdistanê, li ser asta navdewletî û heta radeyekê li ser asta herêmî jî derfet heye bo lidarxistina wê, ji ber ku ev demek e ew yek hatiye selimandin ku gelê Kurdistanê nasnameya wî ya siyasî û kilturî û ax û dîrok, wî ji Iraqê cuda dike, ji ber ku ji hemû aliyan ve 2 gelên cuda ne.”

Zîrek Kemal wiha got: “Dem û cih pir guncaw e bo referandûmê û ew kar girîng e bo biryara siyasî û wergirtina helwest.”

Wî çavdêrê siyasî da zanîn ku, eger referandûm were kirin, dê gilopa kesk û (Belê) ji welatên mezin û Amerîka jê re bê, ku berê wek xeta sor lê dihat nêrîn û ew xet niha nemaye.
Zîrek Kemal got jî ku, tişta ku jê re dihat gotin siyade û serweriya Iraqê nemaye, yekperçeyî, xetên sor, ew hêcet hemû nemane.

Derbarê rewşa navxwe jî wî çavdêrî got, eger em bixwazin karekî wisa dîrokî bikin, pêwîst e li ser astê siyasî û serokatiyan kartir bibin, ji ber ku rêzbendiya siyasî têk çûye û pêwîst e were çêkirin û hemû partiyên siyasî û medya hemû hêza xwe bixin bin xizmeta referandûmê.
 

Nûçeyên têkildar