Li Şirnexê pevçûn derket û 2 polês mirin 11 jî birîndar in

Amed-KDP.info- Li Şirnexê ji aliyê çekdarên PKKê we bi roketavêjê êrîş ser wesayîta zirxpoş ku polês tê da bûn pêkhat.
Li gorî agahiya ajansa anadolu, dema ku wesayîta zirxpoş a polêsan ji taxa Yenîmahalleya navendê derbas dibû, bi roketavêjê va êrîş tê kirin. Di êrîşê de polêsek jiyana xwe ji dest dide û 11 polîs jî birîndar dibin.
Polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Di vê navberê da hat ragihandin ku ji polêsên birîndar ên ku rakiribûn nexweşxaneyê yê ku rewşa wî xedar bû jiyana xwe ji dest dide.




