26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Welatên cîhanê PYDê bo Jenêv3 venexwandine”

Çavkanî: KDP.info
عه‌بدولڕه‌حمان شێخی.ئه‌رشیڤ.

Rojava-KDP.info- Endamekî Komîteya Şêwirmendiyê ya PDK-Sê ragihand ku, PYDê beşek e ji rêjîma Esed û welatên cîhanê wê partiyê beşek ji rêjîmê dibînin ne wek opzisyon, lewma nabe beşdarî Jenêv3 bibe.

 

Ebdulrehman Şêxî Endamê Komîteya Şêwirmendiyê ya PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihand ku, PYDê dema ku xwe dibîne bo Jenêv3 nehatiye vexwendin pir dilgiran dibe, ku xwe wek nûner û desthilat dibîne li Rojavayê Kurdistanê, lê berjewendiyên wê hizbî ne û ligel rêjîma Sûriyê ne, lewma nikare xwe wek opzisyon nîşan bide li pêşiya cîhanê.

 

Şêxî wiha got ku, Amerîka û Ewropa dibînin ku PYDê beşeke ji rêjîma Esed. Hemû astengiyan li pêşiya serkirdeyên PDK-Sê derdixe, ji ber ku PDKê û Serok Barzanî xwedî pirojeya neteweyî ne.

 

Ebdulrehman Şêxî got ku, PYDê beşek e ji rêjîma Esed û welatên cîhanê wê partiyê beşek ji rêjîmê dibînin ne wek opzisyon, lewma nabe beşdarî Jenêv3 bibe.

 

Nûçeyên têkildar