Serokatiya Hikûmetê rewşa darayî bo sektorê tendirustiyê şirove kir

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr û Qubad Talebanî Cêgrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi amadebûna Wezîrê Tendirustî tevî berpirs û karmend û sendîkayên kertê tendrustî civiyan.
di cvînê de her yek ji Serokwezîr û Cêgrê Serokwezîr bi dirêjahî basê rewşa dijwar a daraiya Herêma Kuridistanê û bandora vê qeyranê li ser tevahiya sektoran kirin. Bi taybetî kertê tendrustî ku sektoreka giring e.
Di vê hevdîtnê de Serokatiya Hikûmetê behsê pilan û gavên Hikûmeta Herêmê ji bo çawanya çareserkirina qeyranê kir û bal kişande ser hewlên Hikûmetê ku bi hemû awayekê kar dike ji bo çareserkirina vê qeyranê, bo vî yekê jî pêwîstî bi alîkarî a hemû sektor û tex û çînên civaka Kurdistanê heye, bi taybetî kertê tendrustî.
Her wiha bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê supasiya karmend û fermanberên kertê tendrustî kirin ku her ji destpêka qeyrana darayi, alîkarê hikûmetê bûne û nehêştin xizmetkirina nojdarî û tendrustî li Herêma Kurdistanê tûşê pirêsgirêkan bibe.
li pareka din a hevdîtnê¡ rayedarên kertê tendrustî basê pirsgirêk û kêmasiyên vê kertê kirin û têbînî û hizrên xwe ji bo çawanya çareser kirina pirsgirêkan û derbaz kirina vê qeyranê pîşkêş kirin û pêdagrî li ser alîkar bûna kertê tendrusî ji bo hewlên hikûmetê ji bo çareser kirina qeyrana darayi kirin.




