Hikûmeta Kurdistanê: Perlemanterên Komel û Goran êş û derdên welatiyan wek derfet dibînin

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Encumena Wezîran a Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî hişyarî da 2 parlamenterên ser bi Tevgera Gorran û Komela Îslamiya Kurdistanê. Di daxuyaniyê de tê gotin, eger her du parlamenter asayişa netewî ya Kurdistanê têk bidin, dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê dê erkên xwe bicih bînin û rê nadin ew li ser hewlên xwe berdewam bin.
Serokatiya Encumena Wezîran a Başûrê Kurdistanê îro derbarê daxuyaniya nivîskî ya her du parlamenterên Fraksyona Tevgera Gorranê û Komela Îslmaiya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de, Serokatiya Encumena Wezîran bi tundî hişyarî da her du parlamenteran û daxuyaniya wan bi çewaşekarî bi nav kir û ragihand: “Ew daxuyanî bi nefesa dehfdan û têkdana raya giştî hatiye nivîsandin û hejmar û hesabên bêbingeh û xeyalî têde hatine belavkirin, bêyî ku ti belgeyek jî ji wan xeyal û derewên xwe re anîbin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin: “Di vê daxuyaniya xapînok de wisa hatiye xuyakirin, ku xerciyên şerê li dijî DAIŞê di sala 2015ê de tenê 20 milyar dînar e, di demekê de ku tenê mûçeyên pêşmerge û asayişê di mehekê de 320 milyar dînar e ku eger em 9 mehê sale hesab bikin, di sala 2015ê de hikûmeta herêmê bi qasî 2 tiriliyon û 880 milyard dînar ji mûçeyên wan re xerc kiriye.
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Ew her du parlamenter êş û derdên welatiyan ku ji encama rewşa niha ne, wek derfet dibînin û zêdebarî ku destê wan digihîje hemû hejmar û zanyariyan, lê belê bêyî ku rastî û diristiya wan hejmar û zanyariyên xeyalî yên xwe ji aliyên têkildar bipirsin, tên û derewên seyr û tiştên xapînok û bêbingeh belav dikin.”
Serokatiya Encumena Wezîran a Başûrê Kurdistanê bi tundî hişyariyê dide wan her du parlamenteran û tekez dike: “Di egera berdewambûna wan cure kar û reftarên neberpirsane ku dibe sedema têkdana moral û atmosfêra giştî, derxistina aloziyan û têkdana tenahiya civakî û çêkirina gef û metirsiyan bo ser asayişa neteweyî ya Kurdistanê û berdewambûn li ser wan kiryarên neberpirsane, dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku asayiş, îstiqrar û berjwendiya bilind a welat li ser hemû tiştên din didanên, bê helwest nabin û dê hemû rêkarên pêwîst bo rêgirtin û dubarenebûna wan metirsiyan bi kar bînin.”




