Bakur.. Şer û pevşûn berdewam dikin..Rewş aloztir dibe

Amed-KDP.info- Li navçeya Sûrê a Amedê 48 roj û li navçeya Şirnexê Cizîrê 36 roj in qedexeya derketina derve didome û piştî 36 rojan li navçeya Silopî ya Şirnexê, ji sibê (19ê vê mehê) ve dê qedexe were rakirin.
Ji roja 14ê Kanûna sala 2015ê ve heta niha li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê û ji 2yê Kanûnê ve jî li navçeya Sûr a Amedê derketina derve ji sivîlan re hatiye qedexekirin û şerekî giran di navbera hêzên Tirk û endamên PKKê de de didome.
Herwiha îro danê sibê li bajarê Kilîsê, 2 top li medresya bi navê Eyûp Gokçe ketin û di encamê de kesek mir 3 jî birîndar bûn.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di navbera hêzên Tirk û PKKê de şer derket, di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Ji danê sibeya îro ve heta niha şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de derketiye û çend ambulans derbasî nav Sûrê bûn.
Li Cizîra Botan jî ku ev 36 roj in qedexeya çûnhatinê hatiye ragihandin, li kolana Omer Hayyam welatiyê bi navê Mehmet Kaplan yê 35 salî di encama aloziyan de jiyana xwe ji dest da.




