Serokatiya Hikûmetê rewşa darayî ligel parêzgarên Herêma Kurdistanê nirxand

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel herçar parêzgarên Kurdistanê civiya û di wê civînê de rewşa darayî ya Kurdistanê nirxandin.
Îro Duşemê 18/1/2016 Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta giftûgo kirin li dor kêşe û arîşeyên heyî li gel her çar parêzgarên parêzgehên Kurdistanê civiya.
Di civîna han de ku her yek ji Cîgirê Serokwezîr û çend wezîrên kabîneyê jî tê de amade bûn behsa rewşa parêzgehan û karûbarên îdareyên hikûmetê, qirîza darayî û rewşa Kurdistanê hate kirin.
Di civînê de gotûbêj li ser dahata navxwe ya parêzgehan û çawaniya rêxistin û dadperwerane ya dahatan hat kirin. Herwiha behsa wê yekê hat kirin ku bi mebesta rêkxistina bazaran bi awayekî ku erkê ser milê xwediyê mûçeyan ji ber derengketina mûçeyên wan, ku nirxê xwarinê û kelupelan û kiriya xaniyan ji wan re kêm bikin.
Herwiha Komîteya Bilind a Darayî ya Encumena Wezîran behsa pêşniyarên dawî û data û zanyariyên derbarê rewşa darayî ya Kurdistanê bi taybetî jî peydakirina mûçeyan ji parêzgehan re behis kir.




