Fraksiyona PDKê bo Goran: Rewşa Kurdistanê bi fewza û diruşiman çareser nabe

Hewlêr-KDP.info- Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de di daxuyaniyekê de bersiva daxuyaniya Goranê da û ragihand ku, ew daxuyanî neberpirsane bû, tije derew û nerastî belav kiribûn, ku bi rêya wan îdiayan xwe ji hemû berpirsyaretiykê vedişêrin û bo veşartina feşela xwe ya siyasî û îdarî ku rastî wê hatiye.
Fraksiyona PDKê di daxuyaniyekê de bi 7 xalan bersiva Fraksiyona Goranê di Parlamentoya Kurdistanê de dide, ew ji piştî ku Goran îro di daxuyaniyekê de li ser dabeşkirina nîv mûçeyî ragihandibû ku, Desthilat û hikûmet tenê di destê PDKê de ne û PDKê bi qestî guh nade çareserkirina pirsgirêgên xelkê û cihbicihkirina daxwazên mamosta, fermanber, malbatên şehîdan û Hêzên Pêşmerge.
Di bersiva daxuyaniya Goran de, Fraksyona PDKê, ragihand, Me şensek bo hikûmraniyê da Goran, lê derket ku ew ne di asta wê berpirsyaretiyê de ne, ji ber ku Goran hewl dida bi siyaseta fewza û tevliheviyê di hikûmraniya Kurdistanê de beşdar bibe.
Tekesta daxuyaniya Fraksiyona PDKê:
Welatiyên xweştevî, wek hûn hemû dizanin ku, Herêma Kurdistanê tevî şerê terorîstên DAIŞê di kirîzeke aborî dijwar de derbas dibe û ev kirîz jî bûye sedema dirustbûna bargiraniyeke mezin li ser mile hemû aliyan û girantirkirina barê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî.
Lê mixabin wek ku çaverê dihat kirin ku Fraksiyona Goran wek karê xwe yê hercar daxuyaniyeke neberpirsane û tije derew û nerastî belav kiribûn, ku bi rêya wan îdiayan xwe ji hemû berpirsyaretiykê vedişêrin û bo veşartina feşela xwe ya siyasî û îdarî ku rastî wê hatiye.
Yekem: Rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, rewşeke tije fewza û bilindkirina diruşman e. Di daxuyaniya Goran de derdikeve ku ew xwe ji hemû berpirsyartiyên siyasî û exlaqî didize .
Duyem: Hemû alî dizanin ku ev rewşa Herêma Kurdistanê rewşwke nexwetî ye, ji ber ku hemû navçe li xwe girtiye û bi taybetî ew welatên ku petrolê difroş in, ji ber daketina nirxê petrolê ew welat rastî qeyranên darayî kirine û pisgirêk ji pilan û bernameyên wan re çêkirine.
Sêyem: Şerê li dijî DAIŞê ku bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye ferizkirin, sedemeke din a vê rewşê ye, ji ber ku ew şer ji Herêma Kurdistanê mezintir e û hemû navçe û cîhan jî girtiye.
Çarem: Me şenseke hukmraniyê da Tevgera Gorran, lê diyar bû ku ew ne di asta berpirsyaretiyê de ne, ji ber ku Goran hewl dida bi siyaseta fewza û tevliheviyê di hikûmraniya Kurdistanê de beşdar bibe.
Pêncem: Goran her ji destpêkê ve li ser bingeha fewza û tevliheviyê dirûst bûye, niha jî hewl dide bi komet datayên şaş û hejmarên nerast gotinan bavêje, ew nerastiya hen û nebûna hûriya wan gihîştiye astekê ku daxuyaniya fraksiyona wan jî bi dîroka sala 2015an belav bikin.
Şeşem: PDKê xwe wek xemxurê rasteqîne yê xelkê Kurdistanê dibîne û ligel wan aliyên ku hevbeş in di hikûmraniya Herêma Kurdistanê de bi berpirsyaretî hemû hewlên xwe dide bo dîtina rêgeçareyekê bo vê rewşê. Lê Goran wek hercar hewl dide ku vê rewşê bo rêklamê ji xwe re bikar bîne.
Heftem: Em spasiya xelkên xwe yên xweragir û Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û tevahiya fermanberên Kurdistanê dikin, ku gelekî bi xweragirî bersiva pilanên nehezên doza me ya rewa wek pilanên din ên nehezan dikin û bi serberzî bi ser dikevin.
Fraksiyona PDKê ya Parlamentoya Kurdistanê
18/1/2016




