Nêçîrvan Barzanî: Deriyên Kurdistanê bo kompaniyên Fransî vekirîne

Duhî roja sêşemiyê 13.11.2012ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel şandeya Federasiyona Kompaniyên Fransayî ku, nûneratiya 800 hezar kompaniyên fransayî yên di hemû waran de kar dikin, civiya.
Şandeya Feredasyona Kompaniyên Fransayî ku, hêzeke sereke a cîhaniyê di ware hilbirînê de, ji berpirs û nûnerên 23 kompaniyên fransayî yên di ware; enerjî, pîşesazî, zîraet, rê û pir, tûrîzm, bank, av û îdareya avê pêkatibû bi serokatiya Donî Gotêr sefîrê Fransayê yê Îraqê, Xaman Zirar nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê a Fransayê, Alan Dêpart konsulê Fransayê yê herêma Kurdistanê û Darî Pêrêr hevserokê civata komeleya karsazên Fransayê serdana herêma Kurdistanê kiriye.
Di axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, siyaset û stratejiya hikûmeta Kurdistanê a di ware pêşxistina aborî, binyatdanan û teşwîqkirina berhemîneran zelal kir û tekîd li ser siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di ware piştevanîkirina berhemînerên biyanî û pêkanîna derfetên mezin yên hilbirînê bo kompaniyên biyanî kir.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, deriyên herêma Kurdistanê ji bo kompaniyên fransayî vekirîne û herêma Kurdistanê dikare bibe destpêka hatina kompaniyê fransayî bo beşên din yên Îraqê. Barzanî got: “aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê ji bo karê hilbirînê baştirîn garantiye.”
Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa ewlewîyatên hikûmeta Kurdistanê kir û got ku, hikûmeta Kurdistanê dixebite ku, ware zîraet, pîşesazî û tûrîzmê pêşbixe û hikûmeta herêma Kurdistanê dê hemû hevarî û hêsankariyan ji bo kompaniyên fransayî bike ku di wan warande hilbirînê bikin û roleke diyar di wan waran de di avakirina infrastruktura aborya herêma Kurdistanê de bilîz in.
Ji aliyê xwe ve, sefîrê Fransayê yê Îraqê got ku, Fransa dîrok û karesatên bi ser gelê Kurdistanê de hatine dizane û dixwaze di avakirin û pêşkeftina herêma Kurdistanê de roleke ber bi cav bilîze.
Di dawiya civînê de, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî behsa siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di ware neftê de, Hêriş Miherim serokê konseya sermayerazandinê behsa derfetên hilbirîn û sermayerazandinê li herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve jî behsa rola fermangeha têkeliyên derve di ware hêsankarî û hekarîkirina kopaniyên biyanî de kir.




