26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê navxwe yê Sûriyê bi dizî bi PYD û PKK re civiya

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info-  Wezîrê hundir yê Sûriyê, Lîwa Mihemed El Şear bi dizî çû Qamişlo û bi serkirdeyên Tev Demê re civiya.


Di nava kesên ku bi wezîrê navxwe yê Sûriyê re civiya Aldar Xelîl û Rêdûr Xelîl jî hebûn.


Her wiha li gor ajansa almanî DPA, civîn li taxa Qudur Begê çêbûye û serkirdeyên PKK jî di civînê de beşdar bûne.


Jêderên xwecihî jî, dibêjin, hikûmeta Sûriyê wê ligel Rusya îsrar bikin ku nûnerên PYD di konferansa Cinêv 3 de amade bibin.

 

avestakurd

Nûçeyên têkildar