26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Esîl Nuceyfî: Hêza suniyan piştî DAIŞê jî dê bimîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Mûsilê yê berê û Serkirdeyê Hêzên Heşda Niştimanî Esîl Nuceyfî got; şerê rizgarkirina Mûsilê nêzîk e, herwiha got ku hêza Heşda Niştimanî ya suniyan dê piştî girtina Mûsilê û nema DAIŞê jî dê bimîne.

Nuceyfî bi boneya derbasbûna salaekê di ser damezirandina Heşda Niştimnaî, kongireyekî rojnamevanî li Hewlêrê lidarxist, di kongireyê de Nuceyfî got: “Tirkiyê ji Hevpeymaniya Navdewletî bêhtir alîkariya me kir.”

Nuceyfî got: “Ji mafê xelkê Nînewa ye ku çarenivîsa parêzgeha xwe bi dest çend berpisên Iraê ve bernedin ku ew bi ti şêweyî xema Iraq û xema xelkê Mûsilê jî naxun.”

Herwiha got: “Heşda Niştimanî ji hemû xelkê Nînewa pêkhatiye û hemû pêkhateyan li xwe digre û ew bûne hêviya xelkên wê parêzgehê. Herwiha ew ne milîs in lê belê ew hêzek rêxstî û xwedî şiyan in û dê piştî girtina Mûsilê û nema DAIŞê jî berdewam be.”

Esîl Nuceyfî got: “Birayên me Serkirdeyên Herêma Kurdistanê gelekî alîkariya me kirin û herwiha Tirkiyê jî bi xurtî piştevaniya me dike û hêzên me rahênan dike.”

Ji aliyekî din ve rexne li Hikûmeta Iraqê kir ku, heta niha ti alîkarî arasteyî hêza wan nekirye û got: “Çekên me hene û em li ser şerê kolan bikoln têne rahênan kirin. Tirkiyê ti çek bo me neşandine, lêbelê rolek mezin di rahênana hêza me de dibîne.”

Nuceyfî got: “Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî beşdarbûna Heşda Şeibî di şerê rizgar kirina Mûsilê de red dikin, herwiha hemû tevgera hêza me bi hemahingî ligel Pêşmerge dibe.”

Di kongereya xwe de Nuceyfî tekez kirk u şerê rizgar kirina Mûsilê endure û daxwaz kiri ku hemû alî xwe baş amade bikin jibo wê rojê.
 

Nûçeyên têkildar