26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê serokê emcumena xweceyî û cîgirê wî girtin

Çavkanî: KDP.info

Rojava-KDP.info- Îro piştî nîvro, asayişa PYDê li gundê Girzîro yê Dêrikê her yek ji Serokê Encumena Xweceyî ya ENKSê Mehmûd Mihemed Hacî û Cîgirê wî Mehmû Hacî Qasim girtin û ber bi cihekî nediyar birin.

Çavkaniyekê ji serkirdatiya ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro piştî nîvro di dema komkirina îmzeyan bo ji aliyê Encumena Xweceyî ya ENKSê bo çûna pirsa kurd bo Jenêv3ê, li navçeya Koçeran a Dêrkê li gundê Girzîro asayişa PYDê her yek ji Serokê Encumena Xweceyî ya ENKSê Mehmûd Mihemed Hacî û Cîgirê wî Mehmû Hacî Qasim girtin û ber bi cihekî nediyar birin.”

Hêjayî gotinê ye ku piştî ragihandina kampaniyaya komkirina îmzeyan bo çûna pirsa kurdî li Sûriyê bo kongireya Jenêv3ê, çekdarên ser bi PYDê ve berdewam endamên ENKSê li Rojava digirin û hewl didin wê kampanyaya komkirina 1 milyon îmze têk bibin.
 

Nûçeyên têkildar