26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Deriyê Îbrahîm Xelîl ji geştiyaran re hat vekirin

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info- Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) yê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ji bo çûnûhatine îro bi temamî hat vekirin.

Qayîmeqamê Zaxo Xelîl Mehmûd ji malpera KDP.info re ragihand: “Deriyê Îbrahîm Xelîl ku berî niha tenê ji bo wesayîtên bazarganiyê vekiribû îro bo çûnûhatine tevahiya wesayît û geştiyaran vebû.”

Di 14ê Berfanbara 2015an de ji ber bûyerên li bajarên Bakurê Kurdistanê deriyê sînorî yê Îbrahîm Xabûr yê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ji bo çûnûhatine hatibû girtin.

Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl îro hat vekirin û dê rojê 24 seatan ji çûnûhatine re   vekiribe.

Nûçeyên têkildar