“PYDê ne partiyeke siyasî ye, lê belê girûpeke leşkerî ye”

Hewlêr-KDP.info- Dr. Kawa Azîzî Endamê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku, PYDê her bi tundrewî û teklayene siyasetê dike, sedema wê jî vedigere ku PYDê ne hizbekî serbixwe ye û niha wê li Rojavay zindanên veşartî dirust kirine.
Endamê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê partiyeke tundrew e, ji xwe pê ve ti kesî û alî nabîne. PYDê ne partiyeke siyasî ye, lê belê girûpeke leşkerî ye û tundiyê dike. PYDê zindanên veşartî ji xelkê Rojava re dirust dike. Baweriya wê bi demokrasî û gotûbêjan nayê, lewma roj bi roj rewş ber bi xerbiyê ve diçe.”
Ezîzî wiha got: “Serok Barzanî berdewam hewl dide ku aliyên siyasî yên Rojava yek bigirin, berdewam tekez li ser wê yekê dike ku tenê aliyên siyasî yên Rojava bibin yek û ji me re dibêje ez hevkariya we dikim û hûn çiqasî yekgirtî bin hûnê hiqasî bihêz bin û kurdên Rojava biparêzin, lê mixabin PYDê her bi tundrewî û taklayî siyasetê dike, sedema wê jî bo wê yekê vedigere ku PYDê ne partiyeke serbixwe ye, lê belê di bin desthilata rêjîma Sûriyê de ye.”
Kawa Ezîzî wiha got: “Aliyekî siyasî xwe bi dare zorê li ser xelkê feriz kiriye û ji encama wê siyasetê de Rojavayê Kurdistanê vala bûye. Dema rêjîm jinav biçe dê PYDê jî lawaz bibe û şaşîtiyên xwe nas bike.”




