“PYDê bi emir û fermanên rêjîmê hikim li Rojava dike”

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Nûrî Birîmo ragihand ku, rêjîma Sûriyê PYDê li Rojavayê Kurdistanê kiriye hakim li ser me û ew fermana rêjîmê cihbicih dikin.
Nûrî Birîmo Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji malpera KDP.info re ragihand: “Aliyekî siyasî bi darê zorê û gefan xwe li ser Rojavayê Kurdistanê feriz kiriye û ji encama wê tekrewiyê axa Rojava vala bûye û xelk koçber bûne. PYDê bûye desteyek ji destekên rêjîma Sûriyê, herwiha bûye helgira çeka rêjîmê li navçeyên kurdî û rêjîmî ew li ser me kiriye hakim. PYDê bi çek û pereyên rêjîma Sûriyê kar dike, heta wan navendên ku tê de ne yên Hikûmeta Sûriyê ne. PYDê bi emir û fermanên rêjîmê hikim li Rojava dike.”
Birîmo wiha got: “Serok Baranî berdewam hewl daye ku partiyên Rojava lihev kom bike, lewma pêwîst e PYDê li ezmûna Herêma Kurdistanê binêre, ji ber ku tenê bi yekdestî dikare rûbirûyê dijminan bibin. Serok Barzanî hemû jiyana xwe xistiye bin xizmeta gelê xwe de ku bi azadî bijîn, lewma ti kes û aliyek nikare rola Serok Barzanî veşêre. Serok barzanî xemxwirê kurdên herçarperçên Kurdistanê ye. Eger ne ji wî ba niha Kobanî ne rizgar ba, lewma em wek kurdên Rojava dibînin ku rola Serok Barzanî ji destpêkê de û heta niha diyar û berçav e. Lê hin welat naxwazin kurd bibin yek, ji ber ku eger kurd bûn yek dê dewleta kurdî dirust bibe.”




