Li Cambrige ansiklopediya Kurdan hat çapkirin

Ajans-KDP.info- Zanîngeha Cambrige derbarê kurdan de serdhildan, şer, tixûb û nasyonalîzma kurdan ansiklopediyek çapkir.
Zanîngeha Cambrige a Brîtanyayê ansiklopediyek ku ji 13 cîldan û 9 hezar rûpelan pêk tê û têde behsa bûyerên salên 1831ê heta sala 1979ê dike ya bi navê Ansiklopediya Kurdan weşand.
Di pêşgotina Ansiklopediya Kurdan de wiha hatiye nivîsandin: “Ev pirtûk behsa têkoşîna kurdan a bo azadî û serxwebûnê û krîzên 150 sal in dûbare dibin dike.”
Belgeyên di Ansiklopediya Kurdan de bi wî teherî salixên reh û rîşeyên hestên neteweyî yên kurdan yên sedsala 19an di çarçoveya serhildanên cuda radixe ber çavan û di wan şopan de digihîne tevgerên hevgirtî û ciyawaz yên neteweyî ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem de derketin meydanê.
Herwiha beşek a ansiklopediyê bo name û wêneyên Bedirxaniyan, Şêx Mehmûdê Nemir, kurdên Dêrsimê û Şêx Emed Barzanî hatiye cudakirin.
Ansiklopediya Kurdan ji aliyê Zanîngeha Cambrige ve hatiye çapkirin, lê hêj nehatiye belavkirin.
Ansiklopediya 13 cîld, dê bi çap û dîjîtal online jî berdest be, ku ji neh hezar rûpelan û 20 nexşeyan pêk tê.




