26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cêb Bûş li ser kurdan bersiva Tramp da

Çavkanî: KDP.info

Amerîka-KDP.info- Li ser televîztona Fox News a amerîkî, Cêb Bûş li ser kurdan bersiva tund a Donald Tramp da. Ligel anîna nave kurdan ji aliyê Cêb Bûş ve, xelkê gelekî bi germî li çepkan dan û piştevaniya wî kirin.

Cêb Bûş kurê Bûş ê mezin û biayê Corc Debilyu Bûşê biçûk, ji niha de li piraniya boneyên siyasê yên Komariyan de xwe wek dostê kurdan dide naskirin û bo bergirîkirin li pirsa kurdan xwedî helwest e.

Cêb Bûş ku berbijêrê komariyan e bo serokatiya Amerîka, li ser Fox News bi awayekî zindî bersiveke tund da berpirjêrê serokaniya Amerîka Donald Tramp û li ser pirsa kurd Tramp hejand.

Di wê televîzyonê de Donald Tramp berbijêrê Komariyan bo Serokatiya Amerîka rasterast careke din got, nabe Misilman bêne nav welatê me û bi eşkere daxwaza derxistina wan ji welatê xwe dikir, hema di wê demê de û bi awayekî rasterast Cêb Pûş bi tundî bersiva wî da û jê re got, gerek te hemû misilman wek hev hesab kiriba, va kurd piraniya wan misliman in û dîsa jî dostê stratejîk ên Amerîka ne di şerê li dijî DAIŞê de. Ma çêdibe em bêjin bila kurd neyên Amerîka? Ev yek nerast e.

Li ser televîztona Fox News a amerîkî, Cêb Bûş li ser kurdan bersiva tund a Donald Tramp da. Ligel anîna nave kurdan ji aliyê Cêb Bûş ve, xelkê gelekî bi germî li çepkan dan û piştevaniya wî kirin.
 

Nûçeyên têkildar