26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

ENKS û EGRK: Bila artêşa rêjîmê û artêşa azad ji Rojava derkevin

Çavkanî: KDP.info

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê duh 12/11/2012``an di beyannamekê de ku wêneyek gihîştiye destê Xendanê, tê de ragehandiye û tê de daxwaz ji artêşa rêjîma Esed û hêzên artêşa azad a Sûrî kirin ku ji navçeyên parêzgeha Cezîrê (Hesekê) bikşên.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em wekî herdu encûmenan ji raya giştî ya Sûriye û cîhanê re radigihînin ku em girêdayî şoreşekî aştîxwazane ya ji bo rûxandina rejîmê ne û tekezê li ser yekrêziya helwesta xwe dikin.”

 

EGRK û ENKS rexne li hatina Artêşa Azad a Sûriyê ya bo herêmên kurdî digrin û wiha dibêjin: “Ji ber hatina ketîbeyên artêşa azad ya Serêkaniyê, rejîma Esed bi awayekî hovane ew bajar kir armanca êrişên firoke û helîkopterên xwe yên şer. Ji ber wê sedemê xwîna welatiyên bê guneh rija, bi sedan malbatên wî bajarê penaber bûn û bi dehan jî bê mal man. Herwiha bi hezaran malbatên penaberên Sûriyê hatine vê navçeyê.”

 

Ji ber wê sedemê herdu encûmenan daxwaza vekêşandina tevayî hêzên Artêşa Azad û rejîma Sûriyê ya ji herêma Cezîre dikin û di berdewama daxuyaniya wan de wiha tê gotin: “Rejîma Esed bi rêya parêzgeha Cezîre nayê hilweşandin. Pêwîste tevayî hêzên herdu aliyan di demekî herî zû de ji Cezîre vekişin. Em daxwaz ji tevayî pêkhateyên parêzgeha Cezîre û bi taybet ji gelê kurd dikin ji bo parastina navçe, xebata aştîxwazane û sifîl yekrêziya xwe biparêzin. Navçeyên xwe bi cih nehêlin.”

 

ENKS û EGRKê tevî ragihana tazî û sersaxiya ji bo malbatên qurbaniyê Serêkaniyê, daxwaz dikin ku kesên koçberbûne vegerin cihê xwe

Nûçeyên têkildar