26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nexweşxaneyek li ser Çiyayê Şingalê tê çêkirin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Bi hevahengî di navbera Rêxistina Weha ya Fransî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nexweşxaneyek li ser Çiyayê Şingalê tê avakirin, herwiha nexweşxaneya nahiyeya Sinûnê jî tê nûjenkirin.

Di nava serdanekê de ji bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, şanda fransî mebesta serdana xwe eşkere kirin ku dixwazin bi hevbeşî ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çend projeyekî tendirûstî ji koçberan re pêk bînin, ji wan jî avakirina nexweşxaneyekê li ser Çiyayê Şingalê bo koçberên êzdî yên wê navçeyê. Herwiha dan zanîn ku ew dixwazin nexweşxaneya Sinûnê jî nûjen bikin, da ku zêdetir xizmeta xelkê were kirin û ji aliyê tendrûstiyê de kêmasiyên wan nehêlin.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed amadehiya dezgeha xwe bo wî karê hevbeş û alîkariya wê rêxistinê nîşan da.
 

Nûçeyên têkildar