26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Şingalê goreke din a komî hat dîtin

Çavkanî: KDP.info
شنگال.ئه‌رشیڤ

Şingal-KDP.info- Rêveberê Asayişa Şingalê ragihand ku li navçeya Zlêliye ya Şingalê goreke din a kurdên êzdî hat dîtin ku termê 40 şehîdan tê de ye.

Qasim Simo Rêveberê Asayişa Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Pêncşemê em hatin agahdarkirin ku goreke komî li navçeya Zilêliye li navbera Kargeha Çemento û sentera Şingalê hat dîtin, ku 12 km li rojhilatê Şingalê ye û dema ku em çûn wir ji me re derket ku em gor ji me re hat eşkerekirin û hovîtiyeke din a DAIŞê ligel kurdên êzdî hat dîtin.”

Simo wiha got: “Em pêşbînî dikin ku di wê gora komî de ji 40 heta 50 şehîd tê de bin.”

Ji aliyê xwe ve, Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Yên ku di wê gorê de hatine dîtin hemû di eşîra Ezoyan in ku jin û zarok û zilam ji tê de ne û serokê eşîra wan jî bi nave Ebû Tariq bû û ew jî di nav de bû. Heya niha 20 gorên komî yên kurdên êzdî li Şingalê hatine dîtin.”

Nûçeyên têkildar