Tony Blair: Hêza Pêşmerge hêzekî efsaneyî ye

Ajans-KDP.info- Serokwezîrê berê yê dewleta Bêrîtanya yê Tony Blair di hevdîdineke li gel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Karwan Cemal de li ser gelek mijaran di derbarê Kurdistanê de gotûbêj kir.
Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Bêrîtanya yê Karwan Cemal li ser tora xwe ya facebookê aşkera kir û got: “Bi awayekî berfireh li ser rewşa Herêma Kurdistanê û şanoyên siyasî yên li herêmê bi giştî û pevçunên berjewendiyan û dîtinên Herêma Kurdistanê piştî azadbuna Iraqê bi awayekî poxteyî û herwaha li ser rûbirû mana Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bi terorîstên DAIŞê re, li gel serkeftinên ku hatine destxistin hatin gotûbêjkirin.”
Herwaha Karwan Cemal diyar kir: “Tony Blair ecêb mana xwe nîşanda û ji aliyê Herêma Kurdistanê ve kar û hewlên ku tên dayîn nirxand û aşkera kir Ev şerê li dijî DAIŞê ne şerê we tenêye şerê meye jî. Hêza Pêşmerge hêzekî efsaneye û wan silav dikim. Di heman demê de diyar kir, civaka navnetewî pêwîst e alîkariya zêdetir ji Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re bike.”




