“PYDê Rojava xistiye rewşeke xerab de..Rojava bûye Korya Bakur”

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje roj bi roj Rojavayê Kurdistanê di bin siya siyaseta PYDê de xerabtir dibe û niha siyaseta Korya Bakur bikar tînin. Herwiha da zanîn ku, wê partiyê bi biryarên xwe xelkê Rojava hejar û derbider kirine û Rojava xistiye rewşeke xerab de.
Dr. Kawa Ezîzî Endamê Nûneratiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Roj bi roj rewa Rojavayê Kurdistanê xerabtir dibe. PYD her roj biryarekê derdixe ku dibe sedema hejarî û derbideriya xelkê sivîl û dibe sedem ku kurd li Rojava zêdetir perçr bibin.”
Ezîzî wiha got: “Li Efrînê ji 16 heta 60 salî digirin û wan dibin leşkeriyê. Zilam di bajêr de nehiştine. Jin û zilaman jihev vediqetînin. Her kurdekî Rojava ji Ewropa vegere da ku malbata xwe bibîne, divê 1000 dolarî bide PYDê.”
Wî endamê ENKSê wiha domand: “Li Rojavayê Kurdistanê ji ber siyaseta çewt a PYDê ragihandina azad nemaye û endamên ENKSê û PDK-Sê tên girtin û berdewam xelk tên revandin. Rojava di bin siya PYDê de wek Korya Bakur lêhatiye. Endamên me tên girtin yan gefa girtinê li wan tê xwarin.”




