Rapirsî.. Tirkiyê ber bi perçebûnê ve diçe

Ajans-KDP.info- Di rapirsiyek zanîngehek Tirkiyê 52.4 ji xelkên Tirkiyê dibêjin Tirkiyê ber bi perçebûnê ve diçe.
Zanîngeha Qadîrhas li Tirkiyê di rapirsiyekê de ku, li 26 bajarên Tirkiyê encam daye, girîngtirîn pirsên derbarê rojeva tirkiyê ji welatiyan kiriye, yek ji wan pirsan aya sîstema serokatiyê bo tirkiyê başe? Li gorî encama rapirsiyê 69% ji xelkên Tirkiyê dijî sîtstemê serokatiyê ne.
Li gorî rapirsiya zanîngeha navborî, îsal pirsa girîng jibo xelkê Tirkiyê pirsgirêka têrorê ye, ne wek sala par ku pirsa têrorê li Tirkiyê ne pirsa serekî bû.
Li gorî rapirsiya navborî 86.4 ji welatiyên Tirkiyê dibêjin ku welatê wan jiber têrorê dinale, lewma ev pirsgirêk pirsgirêkek tirsnake bo Tirkiyê, kesên ku behsa têrorê kirine mebesta wan çekdarên DAIŞê bû.û 54% ji xelkên Tirkiyê dixwazin ku Tirkiyê bi firokeyan DAIŞê bombebaran bike.
Di pirsa: Gelo Hikûmrta Tirkiyê di operasyonên li dijî DAIŞê biserketiye an na?
45.8% ji welatiyên Tirkiyê dibêjin; naxêr Tirkiyê biserneketiye.
Herwiha di persiva pirsa: Gelo Tirkiyê ber bi perçebûnê ve diçe?
54.2% ji welatiyên Tirkiyê dibêjin belê Tirkiyê ber bi perçebûnêve diçe, sala par 46.2 ji xelkê Tirkiyê di hema rapirsiyê de digotin Tirkiyê ber bi perçebûnê ve diçe.




