26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKSê dest bi komkirina 1 milyon îmzeyan dike

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi armanca ku pirsa Kurd biçe ser masa guftûgoyan di civînên Jenêv 3ê de, li gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê û li Herêma Kurdistanê dest bi komkirina 1 milyon îmzeyan kom dike.

ENKSê eşkere kir ku dê ji roja Pêncşemê (sibê) ve dest bi komkirina îmzeyan bikin li hundir û derveyî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Mebest ji vê gavê ew e ku dengê kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihêje cîhanê û Civaka Navdewletî. Herwiha piştgiriya danûstandinên Jenêvê ye ku dê dawiya vê mehê dest pê bikin.

Herwiha dixwazin bi vê yekê doza kurd jî bibe yek ji dosyeyên Jenêv 3 û civînên navdewletî yên ku ji bo kirîza Sûriyê pêk tên.

Dê kampanyaya komkirina îmzeyan heta nêzîkî dema lidarxistina civîna “Jenêv 3” berdewam bike û îmzeyên hatine komkirin jî dê radestî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon bikin.
 

Nûçeyên têkildar