26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka Iraqê bi tenê ne şerê dijî terorîstên DAIŞê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê û nunerê taybetî yê Serokwezîrê Berîtanyayê bo karûbarên ewlekarî civiyan û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ragihand ku Pirsgirêka Iraqê bi tenê ne şerê dijî terorîstên DAIŞê ye.

Îro Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê karûbarên ewlekarî yê Serokwezîrê Berîtanyayê Thomas Anthony Beckett yê bernas bi Tom Beckett û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de behsa çend mijarên girîng hate kirin û Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku kêşeya Iraqê bi tenê ne şerê dijî terorîstên DAIŞê ye belku Iraq xwedan kêşeyên zor kurtir yên dîrokiye û lazime çareseriyên bingehîn ji wan re werin dîtin.

Di berdewamiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî behsa rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê kir û got: Giringiya têkşikandina DAIŞê di warê leşkerî de di vê yekê deye ku dibe destpêkek bo ji nav birina ev tevgera han ya terorîstî a gerdûnî û bo bidest xistina vê yekê jî lazime di warê bejahî de jî şerê dijî DAIŞê were kirin û her cure hevkariyek jî pêşkêşî wan hêzan were kirin ku şerê DIŞIê dikin bi taybetî di warê dabîn kirina têçûyên şer de.

Mesrûr Barzanî hevdem li gel behs kirina berxwedana hêzên pêşmerge û hebûna hijmareke zêde ji penaberan li Kurdistanê de, behsa qirîza darayî yaku rastî Kurdistanê hatiye kir û got: Em rastî qirîzeke darayî jî hatine û bûye sedema dilgiraniyeke mezin.

Li hember de jî Tom Beckett eşkere kir ku Kurd bo têkşikandina DAIŞê xwedan roeleke girîng û dîrokiye li Kurdistan û Rojavayê de û eger hêzên Kurdî û herwiha piştgîriya balefirên hevpeymanan nebûna vê demê rewş vê gelek aloztir bûbaya.

Her di hevdîtina han de tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime Kurd weke yek ji hevpeymanên serekî yên ku di warê bejahî de şerê dijî DAIŞê dike bo beşdarî kirin di komcivîn û konferansên navnetewî were vexandin jiber ku encamên wan konferansan bi beşdariya Kurd bê bibandortir bibe.

 

Nûçeyên têkildar