26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serkonsulê Îranê pîrozbahî li serkeftinên Pêşmerge kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku, ji ber hestyariya qonaxa niha ew bi pêwîst dibînin ku gelekî bi berpirsyaretî kar ligel pêşhatan bikin û zêdetir navmala kurdî rêk bixin. Herwiha bi pêwîst da zanîn ku bi rêya diyalog û jihevtêgiheştinê nakokiyên Herêma Kurdistanê çareser bikin.

Îro li navenda Polîtburoya PDKê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serkonsulê Îranê li Hewlêrê Murteza Ebadî kir.

Di wê hevdîtinê de, Mîranî behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê bi taybetî û Iraq û navçeyê bi giştî kir û behsa vê qeyrana aborî û qutkirina mûçeyên fermanberên Kurdistanê kir, herwiha bi giringî behsa serkeftinên Hêzên Pêşmerge kir.

Piştre Mîranî behda rola Îranê di alîkariya gelê kurd di hemû qonaxan de kir bi taybetî di ware alîkariya Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de.

Herêwiha Mîranî helwesta serkirdatiya PDKê diyar kir û ragihand, ji ber hestyariya qonaxa niha ew bi pêwîst dibînin ku gelekî bi berpirsyaretî kar ligel pêşhatan bikin û zêdetir navmala kurdî bi diyalogê û jihevtêgiheştinê rêk bixin.

Ji aliyê xwe ve, Serkonsulê Îranê spasiya Polîtburoya PDKê kir li ser pêşwaziyê û li ser gotûbêjên herdu aliyan û pêwendiyê bazirganiyê di nabbera wan de. Herwiha pîrozbahî li serkeftinên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Nûçeyên têkildar