26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: Mamosta medalya ser sînga Pêşmerge ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di hevdîtinekê de ligel Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Mamosteyan de ragihand, ji ber rola wan a girîng di pêgihandina zarokên vî welatî li ser xweştiviya milet û bilindkirina hesta neteweyî, mamoste medalya ser sînga Pêşmerge ne.

Îro li navenda Polîtburoya PDKê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Mamosteyan kir.

Di wê civînê de, Mîranî behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistamê, Iraq û navçeyê kir û pîrozbahî li Hêzên Pêşmerge kir li ser serkeftinên wan û qehremanî û bergiriya wan di ber Herêma Kurdistanê de, bo misogerkirina aramiya Kurdistanê, herwiha ji ber ku bûne sembola neteweya kurd û mamoste jî bûne medalya ser sînga Pêşmerge, ew jî ji ber rola wan a girîng di pêgihandina zarokên vî welatî li ser xweştiviya milet û bilindkirina hesta neteweyî de.

Piştre şanda Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Mamosteyan bi pêwîst zanî ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de tifaqekê di navbera xwe de ava bikin û li ser maseya diyalogê rûnên bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Mîranî helwesta şanda mêvan bilind nirxand û da zanîn ku PDKê ji dilgiraniya xelkê Kurdistanê fêm dike û herdem siyaseta PDKê ew e ku berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê di ser hemû berjewendiyan de bin. Herwiha bi pêwîst zanî ku li ser bingeha yekrêziya navmala kurdî tifaqek di navbera hemû aliyan de çêbibe.

Nûçeyên têkildar