Li Geverê wesayîta polîsan li pîremêrekî kurd da

Amed-KDP.info- Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, pîremêrekî kurd ji aliyê wesayîta leşkerî ve hat pelixandin.
Îro li bajarokê Geverê yê Colemêrgê, pîremêrek ji aliyê wesayîta polîs a bi navê TOMA ve hat pelixandin.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de pîremêrê kurd di cih de mir.
Komek kes li dijî wê bûyerê nerazîbûn nîşan dan û xwepêşandan kirin lê rastî êrişa hêzên polîs hatin ji ber wê alozî derket.




