“Alarma Pêşmerge tevgera şevane ya DAIŞê jinav biriye”

Rojavayê Kerkûk-KDP.info- Şevê din, Hêzên Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê di rewşa alarmê de bûn, zanîbûn ku DAIŞ dixwaze êriş bike.
Kemal Kerkûkî, Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge ragihand: “Şevê din, Hêzên Pêşmerge li hemû eniya Kerkûkê di rewşa alarmê de bûn, zanîbûn ku DAIŞ hêzeke mezin aniye navçeyê û dixwaze êriş bike.”
Li gorî Kemal Kerkûkî, ku ji Dengê Amerîka re axivî ye, pilana DAIŞê heye bo êrişkirinê ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge di rewşa alarmê de ne û wê yekê pilana DAIŞê têk biriye û heta niha nikarîne xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge bikin.




