Mîranî: Emê ligel YNKê rêkeftineke berfirehtir bikin..Herdu alî ji dûrxistina Yûsif Mihemed razî ne

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, PDK û YNKê dixwazin rêkeftineke stratejîk û nû di navbera xwe girê bidin û dê hewl bo bidin heta bigihên rêkeftineke nû. Hevdem eşkere kir ku derbarê pirsa destjikarberdana Yûsif Mihemed ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê jî , nêrîna herdu aliyan jihev nêzîk e.
Şandên PDK û YNKê îro Sêşema 12/1/2016 li Hewlêrê ser rewşa Başûrê Kurdistanê civiyan.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî civînê ji Rûdawê re ragihand, hevbeşiyên di navbera PDK û YNKê de ji nakokiyan zêdetir in. Eger xalên nakokiyê di navbera me de hebin, nabe em dest ji xalên hevbeş berdin. Diyar e me ligel birayên YNKê jî her ev yek kiriye.
Mîranî tekez kir ku, heta ji me bê emê her tiştî bi YNKê re gotûbêj bikin, çimkî PDK û YNK him çavkaniya arîşeyan in him jî çavkaniya çareseriyê ne. Fazil Mîranî her wiha diyar kir ku dê tevahiya nakokî û arîşeyan bi YNKê re gotûbêj bikin û “bê hêvîtiyan” bikin “hêvî”. Ligel YNKê pêdviya me bi hevpeymaniyekê heye. Helbet serkirdeyên herdu aliyan gihîştine wê baweriyê ku rêkeftineke berfirehtir di navbera xwe de dire bidin, heta ku kurd bigihên mafê çarenivîsê. Rewş wisa dixwaze ku em jihev nêzîk bibin, ew jî bo berjewendiya gelê me.
Derbarê Yûsif Mihemed jî, Mîranî da zanîn ku, ew herdu alî li ser destjikarberdana Yûsif Mihemed ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê nêrîna wan jihev nêzîk e û destjikarberdana wî qebûl dikin û em û YNKê dê li ser vê pirsê jî lihev bikin.




