26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Arif Ruşdî: Dengên neşaz nikarin mafê serxwebûnê ji me bistînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Arif Ruşdî bi pêwîst dibîne ku div ê rewşa navçeyê û Kurdistanê de, hêzên siyasî yekdeng bin û bo qonaxa yekem a serxwebûnê amade bin, ku ew jî di lidarxistina referandûmê de tê dîtin.

Ev demek e hinek aliyên siyasî û kesên şovînî li Bexdayê, propagendeya dijminkarî belav dikin, ku qaşo Serokê Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê her demekê rastî pirsgirêkekê dibin, mijara serxwebûnê germ dikin, û li ser asta medyayê de jî amadekariyan bo wan propagendeyan dikin.

Di bersiva wan gotinan de, Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev helwesta wan zêdetir hizra wan a çewt diyar dike, ji ber ku divê ew bizanin ku biryardan li ser mafê çarenivîsiyê mafekî rewşa yê gelê me ye û eşkere ye ku Serok Barzanî çend caran bi eşkre tekez li ser wê kiriye ku dibêje, di demeke guncaw û bi awayekî aştiyne û beriya her aliyekî din ligel Iraqê divê danûstandinan bikin. Ew dengên neşaz jî nikarin wî mafê niştimanî ji me bistînin û li ber çavê me reş bikin.”

Ruşdî wiha got: “Pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê xwedî nêrînên dûrbîntir bin û di asta erkê xwe de bin ber bi serxwebûnê ve, yekdeng bin û amadekar bin bo qonaxa yekem ji serxwebûnê re, ku xwe di lidarxistina rapirsiyê de dibîne.”

Nûçeyên têkildar