26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Erdogan: Teqîna Stenbolê, êrişa xwekujî bû û êrişker sûrî bû

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kir ku teqîna îro ya Stenbolê, êrişa xwekujî bûye û ji aliyê kesekî Sûrî ve hatiye kirin.

Îro danê sibê li Meydana Sultan Ahmet a Stenbolê teqînek çêbû ku di encamê de herî kêm 10 kes hatin kuştin, 15 kes jî birîndar bûn.

Heta niha nedihat zanîn ka teqîn çawa pêk hatiye lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kir ku teqîna Stenbolê, êrişa xwekujî bûye û ji aliyê kesekî Sûrî ve hatiye kirin.

Erdogan her wiha da zanîn ku di nav kuştî û birîndaran de biyanî jî hene.

Li gorî hinek çavkaniyan, teqîn ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin lê hîn ev yek nehatiye piştrastkirin.

Ew kesên ku di teqînê de hatibûn kuştin, cenaze û xwîna wan li wê derê belav bibû.
 

Nûçeyên têkildar