26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Asayişa Kurdistanê kuştina Ebû Huzeyfe piştrast kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê piştrast dike ku îro beriya nîvro 11-1-2016ê li navçeyekê li bakurê Hewîceyê terorîst Ehmed Ebdullah Hesen Berpirsê leşkerî yê dervera Dibis a DAIŞê, ku wek (Ebû Seyif û Ebû Huzeyfe û Leyis) dihat naskirin, di bombebarana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de hatiye kuştin.

Navhatî berê serperiştyarê perwerdeya çekdarên DAIŞê dikir li Hewîce li navenda Ebp Umer Bexdadî , piştre bû serpirştiyarê piraniya karên terorîstî yên DAIŞê li gundên bakurê rojavayê Kerkûkê wek qeretepe û bacwan û navçeya Dibis. Herwiha çendîn car jî xwekujên DAIŞê şandine nava Kerkûkê û wek gefekê bû li ser Herêma Kurdistanê.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê
11-1-2016
 

Nûçeyên têkildar