Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Pêşmerge zêdetir were biçekirin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî di pêşwaziya şandeke Wezareta Komara Çek de ragihand ku, ew alîkariyên leşkerî yên ku gihîştine Herêma Kurdistanê ne di asta meznahê û berfirehbûna vî şerî de ne, lewma pêwîst ebo şikandina DAIŞê ji aliyê çendyetî û curitiya çek û pêdviyên leşkerî de zêdetir alîkariyên navdewletî bigihên Hêzên Pêşmerge.
Îro Duşemê, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî şandeke Wezareta Bergiriyê ya Komara Çekê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Bergiriyê yê Komara Çek Cakub Landovêslî û hejmarek berpirsên leşkerî û siyasî, kir.
Di wê hevdîtinê de, Cîgirê Wezîrê Bergiriyê yê Komara Çek Cakub Landovêslî li hember azayetî û qurbanîdana Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan de spasiyên hikûmeta welatê xwe gihand Kurdistanê û ragihand ku, ku welatê welatê wî dê berdewam be li ser pêşkêşkirina alîlariyên leşkerî û perwerdekirina Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî sipasiya wî welatî kir li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û da zanîn ku bo şikandina DAIŞê pêwîstî bi alîkariyan hemû aliyan heye, herwiha da zanîn ku, ew alîkariyên leşkerî yên ku gihîştine Herêma Kurdistanê ne di asta meznahê û berfirehbûna vî şerî de ne, lewma pêwîst ebo şikandina DAIŞê ji aliyê çendyetî û curitiya çek û pêdviyên leşkerî de zêdetir alîkariyên navdewletî bigihên Hêzên Pêşmerge.
Şanda mêvan jibilî amajedan bi wê yekê ku terorîstên DAIŞê gef in li ser asayişa cîhanê, dan zanîn ku ew pirsirêk û pêdviyên Herêma Kurdistanê fêm dikin, lewma ew wek Komara Çek amade ne bo pêşkêşkirina kereste û pêdviyên zêdetir û dê li ser piştevaniyên xwe berdewam bin.




