26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekgirtûya Îslamî jî ligel referandûmê ye

Çavkanî: KDP.info
غازی سەعید.ئه‌رشیڤ

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ragihand ku, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê guncaw e û ti demek di dîroka Herêma Kurdistanê de wek qonaxa niha baş nebûye bo serxwebûnê û dirustbûna dewleta Kurdistanê, lewma em wek Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî bi hemû awayekî piştgiriyê li her hewl û tevgerekê ber bi referandûmê ve dikin.

Xazî Seîd Endamê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bêguman yekrêzî, bingeh e bo her pêşkeftinekê, di vî warî û di her warekî din de, lewma pêwîst e hemû aliyên siyasî yeknêrîn bin li ser mijara referandûmê û dewleta Kurdistanê. Pirsa referandûmê pirseke girîng e. 100 sal bi ser rêkeftina Sakis Bîko re derbas dibe û îro rewşa Herêma Kurdistanê baş e guncaw e bo serxwebûnê û dewleta Kurdistanê, lewma pêwîst e hemû alî li ser vê mijarê xwe bikin yek, da ku gelê kurd bigihê hêvî û awatên xwe.”

Seîd ragihand ku, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê guncaw e û ti demek di dîroka Herêma Kurdistanê de wek qonaxa niha baş nebûye bo serxwebûnê û dirustbûna dewleta Kurdistanê, lewma em wek Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî bi hemû awayekî piştgiriyê li her hewl û tevgerekê ber bi referandûmê ve dikin.
 

Nûçeyên têkildar