26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serfermandarê Pêşmerge: Xendeq bo bergiriyê ye, ne ji bo cudabûnê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Ferîq Cemal Îmînkî ragihand ku, kolandina xendeqan ji aliyê Hêzên Pêşmerge bo rêgirtin li hatina otomobîlên bombekirî yên terorîstan e, ne ji bo cudabûnê ne.

Ferîq Cemal Îmînkî Serfermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji destpêka şerê DAIŞê de, Hêzên Pêşmerge her cihekî rizgar dikin, li wir xendeqê dikolin, ew ji bo rêgiriyê li hatina otomobîlên bombekirî yên terorîstên DAIŞê ye.”

Îmînkî wiha got: “Ew xendeq ne ji bo diyarkirina sînorên Herêma Kurdistanê ne, ji ber ku hêj gelek navçeyên Herêma Kurdistanê di bin destê DAIŞê de mane.”

Serfermandarê Pêşmerge wiha domand: “Kolandina xendeqan karekî karekî asayî ye , ji ber ku li di hemû şeran de xendeq tên kolandin.” 

Nûçeyên têkildar