Holenda destxweşiyê li pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokwezîrê Holenda di civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Kurdistanê de ragihand ku, ew destxweşiyê li pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Kurdistanê dike.
Îro Yekşemê saet 10-1-2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Holenda Lodvayik Aşer û şanda pê re ku ji Wezîra Bergiriyê û Serfermandara Holenda Jenîn Hêns û Balyoza Holenda li Iraqê û hejmarek şêwirmendên leşkerî û dîplomatîk pêk hatibû, kir.
Di wê hevdîtinê de şanda mêvan sipasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir ku karîne rûbirûyê tundtirîn rêxistina terorên li cîhanê bibin û hemû pêkhate û neteweyan bi bêcudahî ji tirsa terorê biparêzin û bi ser kevin.
Herwiha spasî xelk û Hilûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku tevî vê qeyrana darayî û aborî ya rastî Kurdistanê hetiye, karîne pêşwazî li hejmarek pir mezin ji koçberan bikin.
Herwiha amadehiya welatê xwe bo pêşkêşkirina alîkariyê leşkerî û mirovî bo Kurdistanê diyar kirin û destxweşî li pêngavên hikûmetê bo çaksaziyê kirin û amadehiya xwe bo her alîkariyekê nîşan dan.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî sipasiya vê serdana şanda pilebilind a Holenda kir û destxweşî li wan kir li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî bi Herêma Kurdistanê û ronahî xist ser kirîza darayî ya Kurdistanê û ragihand ku, bo çareserkirina vê kirîzê hikûmetê dest bi hejmarek pêngav kir û hêvî xwest ku welatên cîhanê di vî warî de alîkar bin.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze nakokiyên xwe bi Bexdayê re bi rêya diyalog û gotûbêjan re çareser bike. Herwiha da zanîn ku bi rizgarkirina wan deverên Iraqê yên di bin destê terorîstan de, Herêma Kurdistanê dê alîkar be ji Iraqê re.




