Fazil Mîranî: Em dikarin bi rêya ciwanan peyama kurdan bigihînin cîhanê

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku, ew dikarin bi rêya ciwanên cîhanê re peyama gelê kurd bigihînin hemû dinyayê, ku ew jî destkeftekî mezin e.
Bo piştgîrî li ciwanên Kurdistanê û bilindnirxandina pêgeha ciwanên kurd di meydanên siyasî û cîhanî, Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşwazî li Felah Hesen Cîgirê Serokê Rêxistina Ciwanên Cîhanê kir.
Di wê hevdîtinê de, ciwanê kurd Felah Hesen behsa rola ciwanan kir di gihandina peyama Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û taxa ciwanan bo navendên siyasî û desthilatên cîhanê.
Mîranî destxweşî li Cîgirê Serokê Ciwanên Cîhanê kir û amaje bi wê destkefta mezin da ku di wê pêgehê de dikarin peyama ciwanên kurd bigihê hemû cîhanê, herwiha wek qonaxeke mezin wesif kir ku bo di paşerojê de mifayê zêdetir ji karên wisa werbigirin.




