26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Divê rêkeftin li ser rêvebirina Mûsilê piştî derxistina DAIŞê hebe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ligel şandeke pilebilind a Hikûmeta Holanda civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, divê rêkkeftinek hebê ku piştî rizgarkirina Mûsil ew navçe çawa bêne birêvebirin û mîsogerî jî ji bo paşaroja pêkhatan hebê ku êdî ew karesat dûbare nebin.

Roja yekşem 10.01.2016 li bajarê Hewlêr Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî bilinda Hikûmeta Holanda civiya ku ji Lodvayk Asher Cîgira Serok Wezîr û Jenîn Hêns Plashxart Wezîrê Bergirî û General Tom Mîdin Dorp Serok Erkanê Holanda û Jan Waltmaz Balyozê Holanda li Iraq û Van Dêr Zandî Konsolê Holanda li Hewlêrê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Cîgira Serok Wezîrê Holanda ji bo wê pêşwaziya germa li xwe û şanda li gel hate kirin spasî Serok Barzanî kir û her wiha li rûbirûbûna terorîstan de behsa rol û azayetiya hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kir û ji bo wan Pêşmergeyên bi navê parastina pêkhatan û li şerê dijî terorîstan de canê xwe gorî kirine û li şeran da şehîd bûne serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir.

Her wiha tekez jî li berdewamiya piştevaniya welatê xwe li Kurdistan û hêzên Pêşmerge kir. Li beşekî dinê axaftina xwe de pêzanînên welatê xwe bi Serok Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê mîhvandariya milyonek û heşt sed hezar koçber û penaberan kiriye û ji bilî hebûna giriftên kûrê aborî qurbaniyeke zêde li şerê terorîstan de daye û li vir da Holanda hevsozê Kurdistanê ye û her wiha şerê terorîstan jî bi sedemeke yekbûna her du aliyan li da zanîn.

Li beranber de Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya gel û Hikûmeta Holanda kir ku li şerê terorîstan da piştevanê Pêşmergeyane.

Her wiha behsa hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir û wê hemahengiyê bi kêmwêne wesif kir ku bûye sedema wê yekê serkeftinan zûtir bi dest bênin û li şeran da hîç cîheke sivîl nebê armanc.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî metirsiyên tundrewiyên rêxistina DAIŞê ya li ser mirovayetiyê ji bo şanda mîhvan xisterû û behsa sedemên serhildana DAIŞê û geşkirina wê ya li Iraqê kir û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste qonaxên piştî şikestdana DAIŞê bi girîngiyê ve bê temaşe kirin û divê rêkkeftinek hebê ku piştî rizgarkirina Musil ew navçe çawa bêne birêvebirin û mîsogerî jî ji bo paşaroja pêkhatan hebê ku êdî ew karesat dûbare nebin.

Her li vê kombûnê de tekez li ser pêwîstiya ji navbirina terorîstan li Sûriye û Iraq û vegerandina jiyanekî aştiyane ya navçeyên azadkiriyan kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku şerê dijî terorê ji bilî li aliyê serbazî pêwîste li warê aborî û îdeolojî ve jî hebê.

Di beşekî dinê vê kombûnê de behsa pêdiviyên serbaziyên hêzên Pêşmerge yên li bereyên şer kirin.

Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Ferîq Cemal Serok Erkanê Pêşmerge û Ferîq Cebar Yawer Endamê Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Nûçeyên têkildar