26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Dema dewleta Kurdî ye..Pêwîst e hemû alî alîkariya Serok Barzanî bikin”

Çavkanî: KDP.info
دیندار دۆسكی.ئه‌رشیڤ

Dihok-KDP.info- Endamê berê yê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dîndar Doskî ragihand ku, pêwîst e aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin alî, ji ber ku nabe bibin rêgir li pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, lê belê dive ligel wî hevkar bin da ku gelê kurd sûd ji wê derfetê werbigire û bigihê awatên xwe û bibe dewlet.

Dîndar Doskî Endamê berê yê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji hemû aliyan re eşkere ye ku Rojhilata Navîn di nava guhertinên mezin re derbas dibe. Guhertin li ser sînorên welatan jî çêdibin, bi taybetî li Iraq û Sûriyê, ku tê pêşbînîkirin ku ew welat wek xwe nemînin, ew jî qonaxeke hestiyar e bi gelê kurd ku bigihê xewnên xwe û berhema wê xebata kurdan vala neçe, lewma pêwîst e aliyên siyasî navmala xwe rêk bixin û yekdeng bin û piştgiriyê li pêngavên Serok Barzanî bikin, da ku gelê kurd bigihê awatên xwe û kurd bibin dewlet, ji ber ku pirsgirêka kurdî gelekî pêşde çûye û piraniya welatan pişta dewleta kurdî dikin.”

Doskî wiha got: “Tişta ku Serok Barzanî ligel welatan û nûnerên welatên cîhanê dike, bi taybetî civîna wî ligel li Hewlêrê ligel nûnerên welatan pêngaveke pîroz e, da ku daxwazên gelê kurd bigihîne wan welatan, ku niha dema wê hatiye gelê kurd bi rêya rapirsiyê çarenivîsa xwe diyar bike.”

Endamê berê yê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dîndar Doskî ragihand ku, pêwîst e aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin alî, ji ber ku nabe bibin rêgir li pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, lê belê dive ligel wî hevkar bin da ku gelê kurd sûd ji wê derfetê werbigire û bigihê awatên xwe û bibe dewlet.

Nûçeyên têkildar