Herêm Kemal Axa: Dema referandûmê hatiye

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Herêm Kemal Axa ragihand ku, welatên erebî û ewropî jî pişta Herêma Kurdistanê digirin, lewma pêwîst e Kurdistan niha referandûma xwe bike.
Herêm Kemal Axa Endamê Serkirdatiya YNKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Referandûm mafê hemû gelan e, Herêma Kurdistanê niha referandûmê bike pêngeveke baş dibe ji ber ku navçe di nava guhertinên mezin re derbas dibe. Pêwîst e navçe û cîhan nas bike Herêma Kurdistanê çi dixwaze, lê di serî de pêwîst navmala kurdî were rêkxistin û kur yekgirtî bin, da ku referandûm bi awayekî rêkûpêk pêk were û hemû dinya jê agahdar bin.”
Kemal Axa wiha got: “Dijminên kurdan li navçeyê lawaz bûne, lewma ew astengiyên beriya niha li pêşiya kurdan hebûn, niha nemane, lewma pêwîst e em xwe rêk bixin û hemû eger jî di berjewendiya me de ne. Niha welatên erebî û ewropî gihîştine wê baweriyê ku mafê kurdan heye ku bigihên mafê xwe. Zêdetirî 30 konsulxane û nûnerayetî li Herêma Kurdistanê hene, ku ew jî piştgîriyek e bo Kurdistanê û ew ji bi rêya serkatiyên Kurdistanê pêk hatiye.”




