Tirkiye li Başîkê êriş nekiriye

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Hêzên Pêşmerge yê li Eniya Başîkê ragihand, hêzên Tirk ti êriş li kampa ku leşkerên tirk tê de dimînin, nekirine ser DAIŞê û ji xwe re ew pirs mesin kirine.
Berpirsê Hêzên Pêşmerge yê li Eniya Başîkê Hemîd Efendî ji malpera KDP.info re diyar kir, çekdarên rêxistina DAIŞê êrişî kampa Başîkê ya yekîneya leşkerên Tirkiyê dimîne nekirine û hêza Tirk jî êrişî DAIŞê nekirine.
Hemîd Efendî diyar kir kampa leşkerên Tirkiyê lê dimînin ne xaleke ku çekdarên DAIŞê bikarbin êrişî bikin e û got: “Hejmara leşkerên tirk ên li vîr dimînin gelekî kêm in. Herwiha parastina wan jî pêşmerge dikin.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge Efendî amaje kir, piştî ku rêxistina DAIŞê li Başîkê têk çû, êdî êrişên mezin nakin, lê carnan bi topên hewan êrişî çeperên pêşmerge dikin û Pêşmerge zû bersiva wan didin û wan dişkînin.
Efendî da zanîn ku ne li Başîkê ne jî li derekî din ê Iraqê, di navbera hêzên Tirk û çekdarên DAIŞê de şer derneketiye û ji xwe re ew pirs mesin kirine.




