26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ebû Karwan: Divê bo referandûmê em rêzên xwe rêk bixin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fraksiyona Azadî di Parlamnentoya Kurdistanê de ragihand, pirsa diyarkirina çarenivîsê, pirseke girîng e bo gelê kurd, lewma dive aliyên siyasî nakokiyên xwe yên navxwe bidin alî û rêzê xwe rêk bixin û pişta referandûmê bigirin.

Ebû Karwan Serokê Fraksiyona Azadî di Parlamnentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pirsa diyarkirina çarenivîsê, mafê hemû miletan e, mafê gelê kurd e jî ku behsa wê mijarê bike û biyarê li ser paşeroja xwe bidin, herwiha nabe ew pirs bi ti sedemekê ve bê girêdan û divê di hemû deman de behsa mafê çarenivîsê bê kirin û em mafê xwe zanibin.”

Ebû Karwan wiha got: “Pirsa diyarkirina çarenivîsê, pirseke girîng e bo gelê kurd, lewma dive aliyên siyasî nakokiyên xwe yên navxwe bidin alî û rêzê xwe rêk bixin û pişta referandûmê bigirin û bi hev re gotûbêjan bikin, herwiha yekhelwest bin, da ku karekî ciddî li ser wê pirsê bikin.”
 

Nûçeyên têkildar